Kula dilê min welat Kesera dilê min welat Tavê avêt rojhilat Wexta şixul û xebat Welat gelek şêrîn e Milet welat dihebîne Axa zîv û zêrîn e Xebatê tim pêş da tîne Welat deşt û zozan e Miletê nav da bira ne Qesir û qunax lê dane Ji boy emirê insan e Welatê me zaf xweş e Şixul ser rê ye dimeşe Kêf kêfa min û Keleş e Dilê insan tim geş e Kêf kêfa min û Keleş e